Li Efxanistanê herî kêm 52 kes hatin kuştin

Taliban bi dehan leşkerên Efxanî kuşt
کوردستان TV
100%

 

 

Di encama êrîşeke çekdarî de zêdetir ji 252 kes bûne qurbanî.

Di êrîşeke terorîstî ya ser bingeheke polîsan de herî kêm 52 kes li rojhilata Efxanistanê hatine kuştin, 200 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên Efxanî dan zanîn ku êrîş dema êrîşvanekî xwekuj otomobîla bombebarkirî li navendeke perwerdê ya li bajarê Gardez ya Paktia peqand, destpê kir.

Piştî peqînê, jimareke çekdar avêtin ser navenda hînkirinê û dest bi teqekirina polîsan kir.

Karbidestê saxlemî Hîdayatulah Hamîdî ragihand ku di nav qurbanîyan de sîvîl û polîs jî hene.

Raportên nepiştrastkirî îdia kir ku rêvebirê polîsan yê Paktia Toralia Abydani jî di êrîşê de hate kuştin.

Talîbanê bi daxuyanîyekê berpirsîya wê êrîşê rakir ser xwe.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.