Japon û Rûsya peymana aştiyê imze kirin

Japon û Rûsya peymanek girîng îmze kirin
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Japonê dibêne Îmzekirina peymana aştiyê bi Rûsyayê re di berjewendiya herdu welatan de ye

Li gorî nûçeya ajansa Kîodo ya Japonyayê, Şînzo Abe di axaftina xwe ya li Girava Hokkaîdoyê got: "îmzekirina peymana aştî ya navbera Japonya û Rûsyayê wê di berjewendiya herdu welatan de be."

Şînzo Abe di berdewamiya axaftina xwe de got: "Standina Giravên Kurîl ên başûr daxwaza me ya herî semîmî ye. Em dixwazin vê mijarê di dema nesla xwe de çareser bikin. Heke peyman were îmzekirin em ê hewl bidin ku herdu alî jî ji vê peymanê sûdê wergirin."

Rûsyayê piştî Şerê Cihanê yê 2yemîn kontrola Giravên Kurîlê xistibû destê xwe, Japonya jî ji bo îmzekirina peymana aştiyê dana giravan wekî şertên sereke pêşkeş dike.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.