Di nava salekê de li Îranê 135 Kurd hatin îdamkirin

îdam kirina Kurdan li Îranê didome
کوردستان TV
100%

 

Li gorî raporta malpera rêxistina mafê mirov a Hengaw ku li Îranê xebatên xwe dimeşîne rêvebiriya Tehranê di nava salekê de 135 kurd îdam kirin.

Rêxistina mafê mirov ya Hengawê li ser malpera xwe ya fermî raportek parve kir. Li gorî raportê ji 10ê Cotmeha 2016an hetanî 10ê Cotmeha 2017an 135 kurd li Îranê bi tohmeta sûcên curbecur hatin îdamkirin.

Li gorî raporta Hengawê, ji 135 kurdên ku hatine îdamkirin 62 jê ji bajarê Urmiyê û 73yên din jî ji bajarên kurdan yên Îranê ne.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.