Hamaneyî daxwaz ji Azeriyên Îranê dike xwe hînê Tirkî bikin

Xameneyî daxwaz ji Azeriyên Îranê dike xwe hînê zimanê Tirkî bikin
کوردستان TV
100%

 

Raberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî daxwaz ji Azeriyên Îranê dike xwe hînê zimanê Tirkî bikin

Di medyaya civakî de dîmenên axaftina Serokê dînî yê Îranê Ayetûlah Alî Hamaney ya ligel zarokekî belav bû.

Di vê dêmena han de Xamneyî ji dayika Zarokê Azerî daxwaz dike daku zarokê xwe hînê zimanê Tirkî bike, ev di demekî deye Xamneyî li dijî zimanê Kurdî û bikar anîna zimanê Kurdiye.

Di wan dîmenan de tê dîtin ku ew zarok kaxezekê dide Ayetûlah Alî Hamaney. Alî Hamaney piştî li kaxezê dinêre bi Farisî çend pirsan ji wî zarokî dipirse. Paşê jî bi Azerî jê re dibêje, "Maşeallah. Tu Tirk î an Faris î?"

Li ser vê pirse dayika wî zarokî ji Hamaney re dibêje ew Tirk e lê bi Tirkî nikare bipeyive. Ayetûllah Hamaneyê ku bi eslê xwe Azerî ye dibêje, "Ew li dibistan û kuçeyê bi Farisî hîn dibe. Hûn jî li malê zimanê Tirkî hînê wî bikin, bila herdu zimanan bizanibe."

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.