Kremlîn: Hevdîtinên ligel Siûdî yên derbarê S-400 baş derbaz bûn

Rûsya dibêje giftûgoyên me û Siûdiyeyê gelek baş bûn
کوردستان TV
100%

 

 

Kremlînê îro Duşemê ragihand ku hevdîtinên ligel Erebistana Saudî yên derbarê firotina sîstema muşekî ya berevanî ya pêşketî, S-400 ji alîyê Rûsya ve baş derbaz bûn.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji nûçegîhanan re got ku ew tenê dikarin ji alîyê xwe ve nirxadina hevdîtinan bikin ku ew jî heta niha baş e.

Peskov wek beesîva pirseke ser Îranê got ku biryara Erebistana Saudî ya kirîna sîstema S-400 ne dijî Îranê ye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin hefteya borî li Kremlînê mêvandarîya melîk Salmanê Saudî kiribû ku hem bo nirxa petrola li seranser cîhanê p hem jî dawîkirina şerê Sûrîyê girîng bû.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.