Lavrov: Em hêvî dikin Trump derbarê Îranê de biryareke hevseng bide

Rûsya daxwaz ji Amerîkayê dike biryareke baş li hember Îranê bistîne
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo nûçeya ku dê Trump derheqê peymana nûkleerî ya Îranê de biryareke bide got: "Hêviya me Serokê Amerîkayê biryareke hevseng bide."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di serdana xwe ya Kazakistanê de ji bo nûçeya ku dê Trump derheqê peymana nûkleerî ya Îranê de biryareke bide got: "Hêviya me Serokê Amerîkayê Donald Trump biryareke hevseng û li gorî rastiya roja me bide."

Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bernameya nûkleerî ya Îranê ku ji aliyê dewletên 5+1 û Îranê ve hat qebûlkirin serkeftineke civaka navneteweyî ye û divê ev plan were parastin. Di vê çarçoveyê de tevlîbûna Amerîkayê ya peymanê pir girîng e."

Rojnameya Washîngton Postê îdîa kiribû ku Trump wê di 12ê Cotmehê de wê derheqê Rojhilata Navîn û peymana nûkleerî ya Îranê de planeke nû eşkere bike.

Sputnik

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.