Pûtîn: Em ji bo Îspanyayê nîgeran in

Putîn li dijî referanduma Katelonyayê ye
کوردستان TV
100%

 

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn derbarê referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê de axivî û got, "em ji bo Îspanyayê gelekî nîgeran in".

Pûtîn di merasîma qebûlkirina nameyên balyozên gelek welatan de di derbarê referandûma Herêma Xweser a Katalonyayê ya Îspanyayê de jî axivî.

Serokê rûs derbarê referandûma ku 90% ji gelê Katalonyayê dengê erê tê de daye de got: Ez vê veneşêrim; Em ji bo Îspanyayê nîgeran in. Lê helbet, em meseleya navxweyî ya qiraliyeta Îspanyayê ye."

Herwiha Pûtîn got, "em hêvî dikin ev qeyran were çareserkirin."

Madrîdê ew referandûm wek "neqanûnî" bi nav kiribû û gelek polîs şandibûn Katalonyayê ku wan jî destwerdaneke tund kiribû. Polîsan bêtirî 900 kesî birîndar kiribûn.

Hêjayî gotinê ye ku beşeke mezin ê Katalonayyê îro dikeve grevê.

Derbarê kêşeya Qibrisê de jî, Pûtîn diyar kir ku ew piştgirê wê yekê ne ku kêşe li ser bingehê biryarên Konseya yê NYyê were çareserkirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.