Rêberê olî yê belûcên Îranê: Dorpêçkirina Kurdistanê ne rast e

Belucên Îranê li ser helwestên Îranê dijî Kurdistanê rexne li Îranê dikin
کوردستان TV
100%

 

 

Kesayetê herî diyar ê olî yê belûc û sunniyên Îranê dorpêça Başûrê Kurdistanê rexne kir û ev yek weke; “kiryarekî bi dijminî û li dijî berjewendiyên nîştamanî yên Iraqê û cîhana îslamî” binav kir.

 Gotarbêj û kesayetê diyar ê olî yê belûcên Îranê Molevî Ebdulhemîd dibêje: “Nabe hikûmeta Iraqê xeletiyên xwe yên berî dubare bike û bi zimanê gefan li gel gelan biaxive.”

Bi nêrîna Ebdulhemîd ev ziman di navbera gelan de dijminahiyê xurt dike û dibe sedemê metirsiyê li Iraq û herêmê.

 Molevî Ebdulhemîd li ser dorpêça aborî ya Îranê ya li dijî  Herêma Kurdistanê jî rast nabîne û dibêje: “Dorpêça Herêma Kurdistan alozî û dijîtiya neteweyî û olî kûrtir dike û dibe sedema pirsgirêkên nû.”

Kesayetê diyar ê belûc bang li Hewlêr û Bexdayê dike da ku vegerine ser mêza danûstandinan û diyar dike: “Dorpêça Herêma Kurdistanê û destavêtina kiryarên serbazî, kiryarekê ne rast û dijminane ye.”

Molevî Ebdulhemîd pêşengê olî yê belûcên Îranê ye û di nava hemû sunniyan de xwedan pêgeheke bilind e.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.