Tirkiye daxwaz ji Rûsyayê dike navbeyinkarî di navbera Enqere û dîmeşqê de bike

tirkiye daxwaza hevkariyê ji rûsiyayê dike
کوردستان TV
100%

 

Hikûmeta Tirkiyeyê ji Rûsyayê xwestiye daku di têkiliyên navbera Enqere û Dîmeşqê normal bike.

Hat diyarkirin ku Tirkiye di mijare herêma tampon de, ji Rusya xwest ku hevdîtinên di navbera wan û Suriyeyê de bibe navbeynkar.

Çavkaniyeke ku ji Spûtnikê re axifî û nexwest navê xwe bide got ku; "Di mijara leşkerên Tirkiye ku dê wan bişîne herêma tampon a li Idlîbê de ji bo bi Suriyê re bi awayekî hevaheng pêk were ji Rûsya rîca kir ku bibe alîkar. Ricaya navbeynkariyê, di çarçoveya peymana li ser herêma tampon a Tirkiye, Îran û Rûsya yê ku wê koordîneya leşkerên ku wê Tirkiyê bişîne wê derê de hat kirin.

Tirkiye, Îran û Rûsya berî bi hefteyekê li paytexta Kazakistan Astana civiyabûn û li ser çaremîn herêma tampon li hev kiribûn ku dê li dora Idlîbê were pêkanîn.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.