Ji Îranê li hember referandûma Kurdistan helwesteke nû

daxwaz tê kirin Îran lezê neke
کوردستان TV
100%

 

 Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê ya duyem Elî Mûhterî ragihand ku, nabe Îran li hember referadnûma Başûrê Kurdistanê bi hestiyarî helwest bigre û got: “Gumanên min ji helwesta tund a Tirkiyê heye. Divê Îran çaverê be.”

Cîgirê Duyemîn ê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Mûhterî, ku kesekî nêzîkî refermxazên Îranê ye, dibêje, Amerîka û Îsraîl li pişt plana serxwebûna Herêma Kurdistanê ne lê nabe Îran helwesteke tund werbigre û hestiyarî nîşan bide.

Di berdevama axaftina xwe de Mûhterî got: “Divêya beriya referandûmê me pêşiya wê bigirta. Lê niha referadnûm hatiye kirin û gelê Kurdistanê deng dane. Nabe em hestiyarî nîşan bidin. Divê em kurdan qane bikin ku serxwebûn ne di berjewendiya wan de ye.”

Derbarê karvedana Tirkiyê ya li hember referandûmê jî Elî Mûhterî diyar kir: “Gumanên min ji helwesta tund a Tirkiyê  heye. Divê Îran çaverê bike û Bizana ka dê paşerojê de çi rûbide. Divê Îran xwe ji rêbazên tund biparêze.”

Her wiha Îranê beriya referandûma Başûrê Kurdistanê helwesta xwe ya dijber ragihandibû û herwiha li ser daxwaza Iraqê geştên esmanî yên li gel Kurdistanê dabû sekinandin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.