Turkish Airlines: Geştên me bo Hewlêrê nehatine sekinandin

geştên asmanî yên bo Hewlêrê nehatine rawestandin
کوردستان TV
100%

 

 

Hatibû gotin ku geştên Turkish Airlinesê ji ber referandumê hatine sekinandin.

Şîrketa geştên asmanî ya Tirkiyê (Turkish Airlines) ragihand, geştên wan bo Hewlêrê nehatine sekinandin.

Duh hinek malper û çavkaniyan belav kiribûn ku şîrketa Turkish Airlinesê ji ber referanduma serxwebûna Kurdistanê, geştên xwe bo Hewlêrê dane sekinandin.

Lê şîrketa Turkish Airlines di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, tiştekî wisa nîne û geştên wan bo Hewlêrê didomin.

Li gorî daxuyaniyê, geşta şeva borî ya Hewlêr-Stenbolê ji ber kêmbûna rêwiyan hatibû betalkirin lê geştên din didomin û ti kêmasiyek jî nîne.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.