Rûsya bi moşekên krûzê êrişî El Nusrayê kir

Rûsiya ji nava behrê êrîşî Nusra kir
کوردستان TV
100%

 

Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku ji noqava 'Velikiy Novgorod' ya aydî hêzên bêhrê ya rûsî ye ve bi moşekên krûzê ji cureya Kalîbrê çeperên El Nusrayê yên li bajarê Îdlîbê xistine.

Noqava Velikiy Novgorod ku di çerçoveya têkoşîna li dijî DIŞIê de li Behra Spî peywirê dike, çeperên rêxistina El Nusrayê ku piştî êrişî herêma kêmkirina rageşiyan a li Îdlîbê kirbûn bi piştgiriya îstîxbarata Amerîkayê, bi moşekên krûzê xistin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê, "Moşekên krûzê yên ji cureya Kalîbrê, fermangeh, baregehên perwerdehiyê û wesayîtên zirxî girîng ên milîtanên ku dixwestin polîs û leşkerên desteser bikin hatin îmhakirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.