Rûhanî: Xweşiya we neçe jî em ê bikin

Iran jî dibêje emê bersifeke tund bidin Amerîkayê
کوردستان TV
100%

 

Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku tansiyon zêde kir, daxuyaniyek jî ji Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî hat.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di axaftina xwe ya merasîma leşkerî de got: "Em ê hêza xwe ya leşkerî zêde bikin. Em ê qapasîteya xwe ya moşekan bi pêş bixin û ji bo parastina welatê xwe destûrê ji ti kesî wernagirin."

Hesen Rûhanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Artêşa Îranê heta asta pêwist dê were bîhêzkirin. Armanca me parastina welat û herêmê ji terorîst û hêzên dagirker e."

Rûhanî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heke xweşiya we neçe jî em ê mafê xelkê Yemen, Sûriye û Filistînê ku hatiye binpêkirin biparêzin."

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.