Şîrketa amerîkî li Kurdistanê dest bi lêgerîna petrolê kir

Chevron dest bi lêgerînê bo petrolê kir
کوردستان TV
100%

 

 

Kompanya Chevron a amerîkî, ji bo peydakirina petrolê, dê di nava vê mehê de li Herêma Kurdistanê yekemîn bîra ceribandinê bikole. Ev yek jî di warê wize û enerjiyê de, bawerî û piştgirêdana vê şîrketê ya paşeroja Kurdistanê nîşan dide.

Bîra petrolê ya Chevronê dikeve bakûrê bajarê Hewlêrê, ku ji çarîka suyem a sala 2015ê ve ev yekemîn bîra bi vî awayî ye tê kolandin.

Berdevkê Kompanya Chevronê ragihand, ku ew dê karên xwe yên lêgerîna petrolê li Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

Ev 2 sal bûn ji ber şerê DAIŞê kompanya Chevronê çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê dabû sekinandin lê niha careke din dixwaze dest bi kar bike.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.