Polîsê Îspanya operasyonan li dijî saziyên Katalonya pêk tîne

Spaniya li dijî Katalonya dest bi lêv û tevgerên ewlekarî kir
کوردستان TV
100%

 

 

Polîs li Madrîdê rêgiriya çalakiyekê dike ya piştevaniya referanduma serxwebûna herêma Katalonya ji Îspanya

Polîs li Madrîdê rêgiriya çalakiyekê dike ya piştevaniya referanduma serxwebûna herêma Katalonya ji Îspanya

Çavkaniyên hikûmeta herêmî ya Katalonya dibêjin, roja Çarşemê polîsê Îspanya wezîrê abûrî yê dewletê Josep Maria Jové desteser kirîye, herwiha polîsan avêtiye ser sazî û dayireyên hikûmeta herêma katalonya, berpirs û serok şaredariyên herêmê yên piştevaniya referandumê dikin, hatine binçavkirin û dê bên dadgehkirin.

Çavkanî dibêjin, polîsan avêtiye ser saziyên abûrî, wezareta navxweyî û yên karên têkiliyên derve, karên têkiliyên civakî û saziyên din, li herêma katalonya.

Rojanama EL PAÍS ya Îspanî dibêje, heta niha 14 kes hatine girtin, herwiha polîsê sivîl 45 hezar tikitên taybet bo kampêna dengdana li ser referanduma herêmê hat bûn çapkirin û di kartonan de bûn, hatine girtin.

Roja Sêşemê bi sedan berpirs û serokên şaredariyên herêma Katalonya li dadgehan hatin lêpirsîn kirin ji ber piştevaniya wan ya encam dana referandumê.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.