Ji sedî 90ê Reqayê hatiye azad kirin

Azadiya Reqayê gelek nêz bûye
کوردستان TV
100%

 

Operasiyona Reqayê jî ber bi dawî ve diçe.

Li gor daxuyaniyeke Riwangeha Sûrî ya bo mafên mirovan, operasiyona azad kirina Reqayê yaku ji aliyê HSDê ve bi piştgîriya hevpeymaniya cîhanî hatiye destpêkirin ber bi dawî diçe.

Li gor daxuyaniya han hêzên HSDê karîne serkeftinên gelek mezin bidest bixin û derbên dijwar di nava bajarê Reqayê de li terorîstên DIŞIê bidin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku heta niha ji sedî 90ê bajarê Reqayê ji aliyê hêzên HSDê ve hatiye azadkirin û tê payîn ku di demeke nêz de bajarê Reqayê bi temamî were azadkirin.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.