Balefirên Tirkiyeyê 4 welatiyên Kurd qetil kirin

artêşa Tirkiyeyê 4 welatiyên Kurd qetil kir
کوردستان TV
100%

 

Jiber bordimana balefirên Tirkiyeyê 4 welatiyên Kurd şehîd bûn.

Îro careke din balefirên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna kempên PKKê hin deverên çiyayî yên ser bi devera Şêladizê bordiman kirin.

Li gor jêderên nûçeyan ew deverên çiyayî ku îro hatine bordiman kirin bi qasî 7 seatan ji navenda bajarê Şêladizê dûrin û di encama bordimana han de 4 welatiyên medenî yên ku şêniyên wan deverane şehîd bûne.

Ji aliyeke din ve hin jêder behsa vê yekê dikin ku heta niha jiber ku rêya tirimbêlan li wan deveran tuneye, cenazeyên wan welatiyan hîn jî li vê cîhêne ku hatine şehîdkirin.

Li gor heman jêderan, cenazeyên wan her çar welatiyên jiber bordimanê hatine şewtandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.