Serok Barzanî: Me gelek hewl da em bigehêjin çareseriyê

Serok Barzanî li Soranê ye
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê li Soranê gotarek pêşkêşî Kurdistaniyan kir.

Di çarçoveya kar û çalakiyên xwe de li bajarên Kurdistanê de, îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li bajarê Soranê beşdariya çalakiyên piştgîrî kirina referanduma serxwebûnê kir û gotarek jî pêşkêş kir.

Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de daxwaz ji Kurdistaniyan kir ku bi ti awayî di çalakiyan de ala û logoyên part û aliyên siyasî û herwiha wêneyên ti kesî ji bilî wêneyên şehîdan neyên hildan û got: Referandum ne yê ti part anjî aliyeke siyasiye belku ya tevahiya Kurdistaniyane lewre lazime bi tenê ala Kurdistanê û wêneyên şehîdan werin hildan.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku ew ne cara ewile ku Kurdistan daxwaza referandumê dike belku di sala 2015an de li gel Serokwezîrê Îraqê û herwiha Serokê Amerîkayê civiyane û me behsa vê mijarê jî kiriye û ji wan re gotiye ku li Îraqê hevparî û hevbeşî nemaye, destûr hatiye binpê kirin û şeraket jî hatiye jinavbirin lewre lazime em bicivin û biryareke jêhatî bidin lê vê demê helwesta Amerîka û Îraq jî gelek nerim bû û gotin bila bi xweşî û aramî be.

Serok Barzanî anî ziman ku niha helwesta wan hatiye guhertin û ez ji vê guhertinê jî fêm nakim û hinek ji wan wisa dibêjin ku referandum tenê bo karetke zixt lêkirinê ye anjî ew di nava xwe de lihev nakin lewre ne lazime em gotinên wan bi cidî verbigirin lê dema dîtin ku Kurdistanî li ser helwest û daxwazên xwe cidîne vê demê dest kirin bi lêv û tevgerên din  û hewl didin daku Kurdistanî ji vê biryara xwe poşman bikin lê ew hewlên han jî serkeftî nabin jiber ku biryara referandumê biryara gelê Kurdistanê ye û ne biryara ti kes anjî aliyekiye.

Niha yekrêziya gelê Kurdistanê heye û parlementoya Kurdistanê jî hatiye çalakkirin û gelê Kurdistanê jî biîsrare li ser biryara xwe.

Serok Barzanî herwiha got: Niha hin kes û alî behsa destûra Îraqê dikin, ew kesên ku behsa destûrê dikin û dibêjin Kurd destûr binpê kiriye lazime li pêşekiya destûrê bimizînin jiber ku di nava pêşekiya destûrê de hatiye ku cîhbicîh kirina vê destûrê garentiya mayîn Îraqê bi yekparçeyiye û herwiha hatiye ku Îraqê welatekî yekgirtî li ser esasê daxwazên pêkhateyane. Rastî ewe ku me destûr binpê nekiriye belku aliyên han bo xwe destûr binpê kirine.

Serok Barzanî herwiha tekez li ser vê yekê kir ku me şaştî kir ku sala 2003an em vegeriyan Bexdayê, niyeta me baş bû ji vê vegerê lêbelê Bexda ew yek fêm nekir û li ser dîktatoriyet û înkar kirinê jî dom kir. Herwiha dema ku bûdce û para Kurdistanê hat qutkirin lazim bû vê demê me serxwebûn ragihandiba lêbelê vê demê jî şerê DIŞIê bi ser me de sepandin.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku kêşeya me ne li gel civaka cîhaniye belku kêşeya me li gel Bexdayê ye jiber ku Bexda ne amadeye giftûgo bike û em naxwazin li gel Bexdayê giftûgo li ser vê yekê bikin ku bila Bexda vê postê anjî vê pileyê bide Kurdan anjî para û bûdce ji bo Kurdistanê bişîne, giftûgoyên me li gel Bexdayê vê bo serxwebûna Kurdistanê be.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku eger heta beriya 25ê Îlonê alternatîfeke baş bo referandumê ji aliyê civaka cîhanî ve hate pêşkêşkirin û ew alternatîfa an bi awayek hatibe nivîsandin ku ti kes nikarêbe xwe ji bidize û demek têde bo ragihandina serxwebûnê hatibe diyarkirn vê demê emê roja 25ê Îlonê şahiyan lidar bixin lêbelê eger wisa nebe emê dengê xwe bidin û daxwaza serxwebûna xwe bikin.

Derbarê têkiliyên Kurdistanê yên li gel welatên cîran de jî Serok Barzaî got: Em li dijî tundûtîjî û bikar anîna hêzên û daxwaz dikin ku têkiliyên me li gel welatên cîran jî baş bin û daxwaz ji welatên cîran jî dikin ku gefan li Kurdistanê nekin jiber ku gelê Kurdistanê ji gefan natirse û dewrana gef kirinê jî biser çûye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.