Çalakiyên piştgîrî kirina referandumê didomin

çalakiyên piştgîrî kirina referandumê gerimtir dibin
کوردستان TV
100%

 

Li seraserê Kurdistanê çalakiyên piştgîrî kirina referanduma serxwebûna Kurdistanê didomin.

Her çend ku heta roja 25ê Îlonê, roja ku Kurdistanî bo diyar kirina çarenivîsa xwe vê dengê xwe bidin, çend roj mane lêbelê her ku diçe çalakiyên piştgîrî kirina referanduma serxwebûna Kurdistanê bi çoştir û bi heybetiri dibin.

Di vê çarçoveyê de jî îro li Soran, Kerkûk, Dobiz, Helebce, Raniye û çend dever û bajarên din yên Kurdistanê çendîn çalakiyên curbicur yên girseyî hatin lidarxistin.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî di çarçoveya kar û çalakiyên xwe de îro serdana devera Soranê kir û biryare beşdariya çalakiya girseyî ya li Soranê bike û gotarek jî pêşkêşî beşdarbûyan bike.

Ji aliyeke din ve jî biryare roja 20ê mehê li Silimanî û herwiha roja 21ê mehê jî li Hewlêrê du çalakiyên herî mezin û bi heybet bo piştgîrî kirina referandumê werin lidarxistin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.