Qîza Serokkomarê Iraqê: Meqama bavê min bi qurbana serxwebûna Kurdistanê ye

qîza Serokkomarê Îraqê dibêje serxwebûn ji her tişteke din girîngtire
کوردستان TV
100%

 

Qîza Serokkomarê Iraqê Şêrîn Fûad Masûm ragihand ku meqama bavê wê bi qurbana serxwebûna Kurdistanê ye û destnîşan kir ku ew li bendî "destûrê" ji Hewlêrê ye ne ji Bexdayê.

Şêrîn Fûad Masûm di gotarekê de ku di rojnameya Xebat a PDKê de hatiye weşandin gotiye, "hemû meqam fedayî wê kêlîka serxwebûna Kurdistanê ji Iraqê ne."

Qîza serokkomarê Iraqê di gotara xwe de gotiye, ji daxuyaniyên hinek parlementerên iraqî wiha diyar e ku ihtimal heye, meqama serokkomariyê piştî referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê de vala bimîne.

Şêrîn Fûad Masûmê hikûmeta Bexdayî ya heyî bi "mezhepperestî û nijadperestiyê" tawanbar kir ku hewl dide tirsê di nav gelê kurd de biçîne.

Herwiha Masûmê parlementerên iraqî yên xwestibûn ku bavê wê ji erka xwe bê bidûrxistin jî bi "şovenîzm"ê tawanbar kir û wiha got: "Em gelê kurd li serxwebûn û azadiyê digerin û em hîn bûne ku hemû xweşiyên cîhanê bikin bi qurban bo serxwebûnê".

Ji aliyê din ve, Şêrîn Fûad Masûmê destnîşan kir ku bavê wê ne li hêviya Bexdayê ye ku baweriyê jê bikişîne ji ber wî ev meqam ji bo çareserkirina kêşeyên kurdan qebûl kiribû û wiha dewam kir: "(Bavê min) zilamê rewşên zehmet e û li hêviya destûra Hewlêrê ye ne ya Bexdayê".

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.