Wezîrêkî goran dev ji vê tevgerê berda

goran piştgîriya referanduma serxwebûnê nake
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê darayî yê hikûmeta Kurdistanê dev ji tevgera goran berda.

Wezîrê darayî yê hikûmeta Kurdistanê Rêbaz Hemlan ku li ser para tevgera goranê bû, ragihand ku jiber piştgîrî nekirina goranê ji referanduma serxwebûnê û herwiha jiber beşdarî nekirina goranê di çalak kirina parlementoya Kurdistanê de dev ji vê tevgerê berdaye û ji niha pêde ti têkiliyek di navbera vî û tevgera goranê de nemaye.

Hemlan herwiha diyar kiriye ku tevgera goranê niha ketiye destê hijmarek kesên ku ti girîngiyek bi pirsên netewî nadin û ti car jî stuyê xwe bo berpirsiyartiyên ku dikevin ser milên wan natewînin û li hember rewşa Kurdistanê gelek kêmbaxin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.