Amerîka 120 TIR çek û wesayît ji YPGê re şandin

amerîka dubare çek ji bo HSDê şand
کوردستان TV
100%

 

Amerîka di çerçoveya operasyona kontrolkirina Reqayê de çekên giran û wesayîtên zirxî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re şandin. Rayedarê HSDê ji Sputnikê re axivî û ragihand ku Amerîka çekên giran û wesayîtên zirxî ji wan re şandine û bitêrî hewcedariya wan bi çekên giran hene.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, hatin wergirtin Amerîka çekên giran û wesayîtên zirxî ji wan re şandine.

Rayedarê HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û ragihand ku çekên giran û wesayîtên zirxî yên Amerîka ji wan re şandine, îro sibê gihîştine deste wan û got: "Amerîkayê di çerçoveya operasyona Reqayê de çekên giran û wesayîtên Hummerê ji me re şandin. Hefteya borî jî ji bo operasyona Dêra Zorê şandibû. Di nav çekên ku îro ji me re hatin de; moşekên bigermê ajotî, tivîngên otomatîk, doçka, durbîn û topên hewanê hene. Çek û wesayît ji ser Herêma Kurdistanê ve di deriye sînor Sêmalkayê ve derbasî Rojava hatin kirin. Ji wir jî bi TIRan birin nêzî çeperên HSDê yên li başûr û rojhilatê Reqayê. Çek û wesayît bi 120 TIR hatin. Hêj jî hewcedariya me bi çekên giran hene. Operasyona Reqayê ber bi dawîbûnê ve diçe. Temamiya rizgarkirina Reqayê mehek nakişîne. Lê bidawîbûna Reqayê nayê wateya bidawîbûna DIŞIê. Piştî Reqayê DIŞI li ku be em ê li wir operasyon pêk bînin. Ji bo operasyonên nû hewcedariya me bi çekên giran hene.

Amerîkayê heta niha hezar û 600 TIR çek û wesayît ji HSDê re şandin. Tirkiye bi tundî li dijî çekdayîna HSDê ya Amerîkayê derdikeve.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.