Dîplomatek Tirk: Bila Tirkiye nebe astengê referanduma Kurdan

nabe Tirkiye li dijî referanduma Kurdistanê be
کوردستان TV
100%

 

 Balyozê berê yê Tirkiyê li Bexdayê Unal Çevîkoz dibêje, Herêma Kurdistanê biryara xwe daye ku referandumê di dema xwe de encam bide û divê Tirkiye vê yekê asteng neke û bala xwe bide pêvajoya piştî referandumê.

Çevîkoz di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê daxuyanî da Ajansa Sputnik a Rûsî û got: “Berpirsên hikûmeta Tirkiyê, derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyên tund nedane û yên dawî jî di çarçoveya siyaseta navxweyî de ne.”

Navhatî diyar kir, ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di encamdana referandumê de bibiryar e û helwestên pêşîgirtina referandumê dê bibin sedemên aloziyên mezin.

Çevîkoz got jî: “Roja piştî referandumê dewlet nayê ragihandin, ji ber vê jî şûna helwestên astengkirinê, divê Tirkiye xwe ji bo pêvajoya piştî referandumê amade bike û di danûstendinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rolekê bilîze. Eger Tirkiye weha tevnegere, ne tenê li derve li hundir jî dê bi Kurdan re rûbirû bibe."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.