Serok Barzanî û Michael Fallon civiyan

Serok Barzanî: Referandum nayê paşxistin
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê pêşwaziya wezîrê berevanî yê Berîtanyayê kir.

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Berîtanyayê Michael Fallon û şandeke pê re kir ku ji balyozê Berîtanyayê yê li Îraqê û hijmareke dîplomat û şêwirmendên leşkerî pêk hatibû.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Kurdistanê jî amade bû, wezîrê berevanî yê Berîtanyayê kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û têkiliyên dîrokî yên di navbera Berîtanya û gelê Kurdistanê bi girîng wesif kir û tekez li ser domandina têkiliyên han kir.

Michael Fallon di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa perwerde kirina hêzên pêşmerge jî ji aliyê artêşa Berîtanyayê ve kir û got: Hevkariyên me bo hêzên pêşmerge didomin.

Fallon di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku ew dixwazin referandum were paşxistin û li hember de proseseke nû ya diyalogê li gel Bexdayê were destpêkirin û ew prosesa han jî lazime di bin çavdêriya civata navnetewî de be.

Li hember de jî serok Barzanî hevdem li gel bixêr hatin kirina şanda mêwan spasiya Berîtanya û civaka cîhanî kir ku di şerê dijî DIŞIê de hevkariya Kurdistanê kirine û tekez li ser domandina têkiliyên hankir.

Derbarê pêşniyara paşxistina referandumê de jî Serok Barzanî bi kurtî behsa wan karesat û terajediyan kir ku gelê Kurdistanê li gel Îraqê rastî wan hatiye û diyar kir ku di roja 7ê Hezîran de piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanê bi piştgîriya gelê Kurdistanê roja lidar xistina referandumê diyar kirin lê biryara referandumê di vê rojê de nehatiye dayîn belku di salên derbasbûyî de jî çend caran me ew yek ji Bexdayê re gotiye ku eger li ser binpê kirina destûrê de berdewam bin û şeraket û hevparî nehêlin vê demê emê vegerin bo biryara gelê Kurdistanê.

Serok Barzanî got: Me tevahiya rêbazên têkiliyan û jiyanê li gel Bexdayê cerbandin lêbelê tevahiya wan rêbazan rastî şikestê hatin lewre jibilî serxwebûnê ti rêyeke din nemaye ku em bicerbînin û em dixwazin du cîranên baş bin û têkiliyên me yên herî baş bin.

Serok Barzanî diyar kir ku referandum amraz anjî amûreke bo gehêştin bi serxwebûnê û bi heman awayî diyalog jî amrazêke bo gehêştin bi serxwebûnê lêbelê ew alternatîfên ku heta niha hatine pêşkêşkirin ti gerentiyeke wan ya bo diyaloga serbixweyî û amade bûna Bexdayê bo diyaloga taybet bi serxwebûnê nebûye jiber vê çendê pêşniyarên paşxistina referandumê tenê bo diyalogê li gel Bexdayê ku em nizanin çi di nava wan deye û ti gerentiyeke cîhanî jî tuneye, referandum nayê paşxistin.

Serok Barzanî got: Eger Bexda qebûl bike ku li ser serbixweyî di demeke diyar kirî de giftûgo bike û gerentiya cîhanî jî hebe bo cîhbicîh kirina rêkeftina taybet bi serxwebûnê vê demê Serokatiya siyasî ya Kurdistanê dicive û biryara paş xistina referandumê dide.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.