Li Helebceyê masiyên reg û reng hatin dîtin

Li Helebceyê masiyên bêhempa hatin dîtin
masi
کوردستان TV
100%

 

Di nava kanî aveke Helebceyê de cure masiyên bêhempa hatin dîtin.

Di nava kanî aveke bajarê Helebceyê ya bi navê Kanî Hemexan ku ew çend sal bû jiber bêavî ziva bibû, dohê dubare zindî bûye û aveke gelek zêde ji vê kaniyê diherife.

Xala girîng ewe ku di demsala hawînê de ew kanî dubare zindî bûye û têde av dikereke lêbelê jî vê jî girîngtir ewe ku di nava ava vê kaniya han de çend cure masiyên bêhempa hatine dîtin.

Rengên wan masiyan cudane û çar cure masî bi rengên curbicur di nava ava vê kaniyê de hene û ew yek jî bûye sedema ecîbmayîna şêniyên deverê.

Ew masiyên han li deverên din nayên dîtin û tê gotin ku di nava bazarê de jî buhaya wan gelek girane.

Li gor hawîrdornas û ekolojîstan dirêjahiya wan masiyan di navbera 15 heta 30 cm û kêşa wan jî 200 grame.

Aliyên têkildar jî daxwaz ji hikûmet û berpirsên deverê dikin ku rê nedin xelkê daku wan masiyan rav bikin û dibêjin ew sermayeyeke netewiye û lazime were parastin.

 

 

 

 

Gerrîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.