HSD: Di nava 30 rojan vê Reqa were azad kirin

vê heta meheke din Reqa were azad kirin
کوردستان TV
100%

 

HSD dibêje vê heta 30 rojên din Reqa bi temamî ji destê DIŞIê were azadkirin.

Şerê di navbera şervanên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê û terorîstên DIŞIê ya li bajarê Reqayê dijwartir bû. Berpirsê Çapamenî yê HSDê Mistefa Balî ragihand ku li Reqayê gelek herêman ji DIŞIê rizgar kirine û dê heta meheke tememiya bajêr ji DIŞIê rizgar bikin.

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin bidestxistin, şerên di navbera HSDê û DIŞIê de li orta bajêr dijwartir bûne. Şervanên HSDê nexweşxaneya li orta bajêr ji DIŞIê rizgar kirin. Şerên li 5 taxan dewam dikin û tenê 6 tax di bin kontrola DIŞIê de mane.

Berpirsê Çapamenî yê HSDê Mistefa Balî di derbarê şerê li Reqayê de ji Sputnikê re axivî û got: "Ji 3 mehan zêdetire ku şerê li Reqayê dewam dike. Şer niha li orta bajêr dewam dike. Pêşveçûna hêzên me dewam dike. Li gorî texmînên me em ê di nav meheke de tememiya Reqayê ji DIŞIê rizgar bikin. Nexweşxaneya mezin û Parqa Reşîd ku li orta bajêr in, niha di bin dorpêçiya hêzê me de ne. Şer li wir dewam dikin. Hêzên me îro nêzî 100 sivîlan ji taxa Revkayê rizgar kirin û bo herêmên bi ewle veguhestin."

HSDê di 6ê Hezîranê de bi pêşengiya YPGê û piştgiriya hêzên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike, operasyona kontrolkirina Reqayê ji DIŞIê dabû destpêkirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.