Rûsyayê derbarê lêdana HSDê de daxuyaniyek da: Me agahî dabûn DYAyê

rûsiya dibêje amerîka hayedarî êrîşê bûye
کوردستان TV
100%

 

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê 'İgor Konaşenkovî ragihand ku ji rayedarên amerîkî re gotibû, hêzên hewayî yên rûsî dê operasyonê li Dêra Zorê çêbibin.

Konaşenkovî derbarê mijarê de axivî û got: "Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Hewayî û Fezayî yên Rûsyî bi awayekî serkeftî şer dike daku DIŞIê li xala dawî ya li Dêra Zorê ji nav bibe. Ji bo rê li ber rageşiya nepêwîst were girtin, navenda fermandariyê ya koma leşkerî ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê di kanalên pêwendiyê yê heyî de sînorên operasyona li Dêra Zorê ji hevparên amerikî re gotibûn."

Hevpeymana navdewletî duh îdîa kiribû ku şeş şervanên HSDê di operasyonên hewayî yên Rûsyayê li Dêra Zorê birîndar bûne.

Herwiha rayedarê rûs diyar kir ku xalên hatine bombebarkirin berê keşif li wan bûye û ji aliyê kanalên cuda hatibûn piştrastkirin û wiha pê de çû: Pêşî ew deverên ku bi tundî êrîşÎ artêşa Sûriyeyê dikin tên bombebarankirin. Li berava rojhilatî ya Firatê di çend rojên dawî de yekîneyên rûsî keşifê dikin û nehatiye tesbîtkirin ku milîtanên DIŞIê bi aliyekî sêyem re şer dikin".

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.