Li Dêra Zorê 3 km di navbera HSDê û artêşa Sûriyeyê de maye

pêşrewiyên HSD li Dêrezorê didomin
کوردستان TV
100%

 

Hate ragihandin ku tenê 3 kîlometre di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyê de li herêma Dêrezorê mane.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku hêzên wan bi tenê 3 kîlometreyan li derdora bakurê bajarê Dêrezorê dûrî hêzên hikûmeta Sûriyê ne.

HSDê hefteya borî bo kontrolkirina derdora bajarê Dêra Zorê ji rêxistina terirîst a DIŞIê operasyon dabû destpêkirin. Piştî kontrolkirina depoyên dexlê û pembûyan li navçeya Elsînaiye ji aliyê HSDê ve, tenê 3 kîkometro di navbera wan û hikûmeta Sûriyeyê de mane.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.