Fermana vekêşanê ji du komên dijî rejîma Sûriyayê re hatiye dayîn

CIA ferman bi çekdarên muxalifên Sûriyayê kir
کوردستان TV
100%

 

Ajansa Reutersê ragihand ku Şaxa Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) û hin piştgirên ereban ferman dane hin komên muxalîf ku li dijî artêşa Sûriyeyê şer dikin, vekişin Urdunê.

Li gorî nûçeya Reutersê, rayedarên komên muxalîf Usud el Şarkiye û Şehıt Ahmed Abdo ku di nav ASAyê de cih digirin, eşkere kirin ku CIA, Urdun û Erebistana Siûdî ji wan daxwaz kirine ku dev ji şer berdin.  Badr el Din el Salamahê ku rayedarê koma Usud el Şarkiye ye eşkere kir ku ji wan daxwaza fermî hatiyekirin ku herêmê biterikînin.

Li gorî nûçeya ajansê, biryara CIA û piştgirên ereb, bi sedan milîtanên di nav komên muxalîf de ne aciz kirine. Lewre militan difikirin paşvekişîna wan bo Urdunê tê wateya beavbûna koma wan e.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.