Li Reqa şer didome û di nava rojekî de 47 terorîst hatin kuştin

Hemleya kontrolkirina bajarê Reqaye ku HSDê bi pêşengiya YPGê dabû dest
Reqa
کوردستان TV
100%

Hemleya kontrolkirina bajarê Reqaye ku HSDê bi pêşengiya YPGê dabû dest pê kirin bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê şeva din li 5 taxan di nava şervanên HSDê û milîtanên DIŞIê şerên dijwar qewimîne û di encamê de jî 47 DIŞI hatine kuştin.

Di çerçoveya kontrolkirina Reqayê ji DIŞIê ji şevadin heta berê sibê li taxên Mirûr, Emîn, Nehda, Sekene û Mansûr a li navenda bajêr şerên dijawar rû da û di nava van saetan de jî şer didome. Di encamê de 47 terorîst hatin kuştin û leşê 36 terorîstan ket destê şervanên HSDê.

Herwiha li taxên navborî gelek çek û cebilxane ket destê HSDê. Çekên ketî dest wiha ne: Çekek doçka, 4 çekên RBC, 4 hezar mermiyên kalaşnikof, 3 hezar û 500 mermiyên BKC.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.