Awareyên Îraqî bi zorê tên vegerandin

jiber hilbijartin û dengdanê zext li awareyan tê kirin

Hikûmet û aliyên siyasî yên Îraqê bi zanebûn zextan li awareyan dikin.

Hevdem li gel nêz bûna dema hilbijartinên Îraqê, hikûmet û hin part û aliyên siyasî yên Îraqê bi mebesta bikar anîna dengên wan di hilbijartinên meha Gulanê de, zextan li koçber û awareyên parêzgehên Îraqê dikin daku vegerin ser warên xwe.

Li gor jêderên nûçeyan ew part û aliyên siyasî niha li parêzgeha Enbarê, zexteke gelek mezin li koçber û awareyan kirine daku vegerin û ew di demekê deye ku heta niha cêyên wan nehatine çêkirin û ti xizmetgozariyek jî ji wan re nehatiye pêşkêşkirin.

Xelkê koçber û aware jî dibêjin ku mebesta wan aliyan ne ewe daku me ji koçberiyê rizgar bikin belku dixwazin di dema dengdanê de emê deng bidin wan.