Ji bilî koptera Ibrahîm Reîsî koptereke din wendaye

ji bilî kesên nava koptera Reîsî 3 kesên din û koptereke din jî wendane.
کوردستان TV
100%

Hîn jî koptera Reîsî nehatiye dîtin.

Êvara îro yekşem dema vegera xwe ji ser sînorê Azerbayicanê, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û wezîrê derve yê Îranê rastî qezayeke bigoman hatine.

Tê gotin ku, koptera Serokkomarê Îranê ketiye erdê, hin çavkaniyên Îranî jî dibêjin hatiye xistin.

Heta niha çarenivîsa Reîsî û wezîrê derve yê Îranê û çend rayedarên din yên Îranê nediyare.

Kopter li navçeyeke nêzî sînorê Azerbayicanê di nava axa Îranê de di navbera Bazirgan û Keleberê de ketiye.

Jiber ku, rewşa keş û hewayê negoncawe û ev dever jî çiyayiye, heta niha kopter nehatiye dîtin û hêzên hawar hatinê jî negehêştine cîhê bûyerê.

Ji aliyeke din ve li gor çapemeniya Azerbayican û Îranê, koptereke din ya Îranê yaku, bi mebesta hawar hatinê çûye deverê wendaye û di nava vê de jî 3 kes hebûne.

herwiha rayedarên Îranî jî li hember rewşa tendirostiya Serokkomar û wezîrê derve bifikarin û nayê zanîn ka gelo birîndarin, saxin anjî mirine.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.