Balyozê Ispanyayê xatir ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest

di civînê de behsa rewş û pêşhatên deverê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Ispanyayê yê li Bexdayê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê şahnişîna Ispanyayê yê li Îraqê birêz Pedro Martinez Avial kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û guhertin û pêşhatên dawî yên li Îraqê kir.

Me spasiya balyozê Ispanyayê kir bo hewldan bo bihêztir kirina têkiliyên Îspanyayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê û di pîwerdariya nû de jî jê re hêviya serkeftinê xwest.

Balyozê Ispanyayê jî rêzdariya xwe bo hikûmeta herêma Kurdistanê bo piştîvanî û hevkariya ku, bo serxistina pîwerdariyê pêşkêşî wî kiriye, diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.