Li Amedê zarokê 11 mehî jî hate girtin

bi hinceta şandina pereyan bo girtîgehê hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Li navçeye Licê ya Amedê jinek bi zarokê xwe yê berşîr re hat desteserkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, cendirmeyan li gundê Karahasanê yê navçeya Licê bi ser malan de girt.

Di encama biserdegirtina malan de jina bi navê Dîlan Polat Dîrîn bi hinceta “pere ji girtîgehê re şandine” hatiye desteserkirin.

Cendirmeyan, Dîlan Polat Dîrîn bir Navenda Cendirmeyan a Licê.

Li gorî zanyariyan, Dîlan Polat Dîrîn ji bo ku pitika xwe ya 11 mehî bimijîne ew jî bi xwe re biriye qereqolê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.